• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata Şêx Selahedîn neviyê Şêx Seîdê Pîran kir

Gulan Media December 7, 2010 Nûçe
Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata Şêx Selahedîn neviyê Şêx Seîdê Pîran kir
Ji bo koça dawiya Şêx Se'îd Şêx Selahedîn kesayetiyê navdarê oliyê Kurd û neviyê Şêx Se'îdê Pîran, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jêrazî kir ku eve jî naveroka wê ye:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata birêzê xwedê jêrazî
Şêx Se'îd Şêx Selahedîn Şêx Se'îdê Pîran

Silavên xwedê lê bê

Bi mixabinî nûçeya koça dawiya kesayetiyê navdarê Kurd û Serokê Terîqeta Neqşîbendî û neviyê Şêx Se'îdê Pîran, xwedê jêrazî Şêx Se'îd Şêx Selahedîn gihîşt min.

Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li hemû endamên malbata we ya birêz û sercem murîdên terîqeta pîroza Neqşebendî dikim û hevbeşiya xem û kovanên we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir bi we bibexşê û giyanê xwedê jêrazî bi bihûşt şad bike û xemgîniya dawiya malbata we bê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06/12/2010
Top