• Saturday, 31 January 2026
logo

Nûnerê BDP`ê wê di kongira PDK`ê de amade be

Gulan Media December 6, 2010 Nûçe
Nûnerê BDP`ê wê di kongira PDK`ê de amade be
Bengî Yildiz cîgirê serokê giropa Partiya Aştî û Demokrasiyê û Hamît Geylanî perlemanterê BDP`ê yê Colêmergê wê di Kongira 13ê a Parta Demokrata Kurdistanê de beşdar bin ku biryar e li 11ê vê mehê bê sazkirin.

Li gor zanyariyan PDK`ê, vexwendin nameyek ji BDP`ê re şandiye û BDP`ê jî ji aliyê xwe ve pêşwazî li wê vexwendinê kiriye û biryar daye Bengî Yildiz cîgirê serokê giropa Parta Aştî û Demokrasiyê li Perlemana Turkiyê û Hamît Geylanî perlemanterê BDP`ê yê Colemêrgê bo başdar bûn di vê kongirê de bişîn Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Piştî ku Yildiz û Geylanî beşdariyê di kongirê de bikin wê bi karê rêxistina amadekariyên dawî yên vekirina Nûneriya BDP`ê ya Hewlêrê rabin.
Top