Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta sersala nû ya Koçî
Salvegera hîcreta serwerê me hemûyan Hezretî Mihemed (S.X.L) û hatina sala 1432 ê nû ya koçî li sercem misilmanên cîhan û Iraq û gelê Kurdistanê pîroz dikim û ji xwedayê dilovan daxwaz dikim ku sala nû ya me bibe sala aştî, aramî, pêkve jiyan, asûdeyiya civakî, bercestekirina mafê mirov, dadperwerî, birayetî, pir xêr û bereket bibe û sala rizgarbûna ji diyardeya teror û tundutîjiyê û li jêr Hikûmetekî hevbendiya nîştimanî ku niha em bi hemû aliyek hewl didîn pêkbînin û parêzgerî li wekhevî û destkeft û zêdetir pêşxistina Herêma Kurdistanê jî li hemû waran da bikîn armanca xwe ya serekî.
Pîroz Bê Salvegera Hîcret Pîroz Bê Serê Sala Koçî
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29 Zilhicce 1431 Koçî
05 Kanûna Yekem 2010 Zayînî
