• Saturday, 31 January 2026
logo

Rojnameka Almanî bas li sê Bingehên atomî yên Sûriyayê dike

Gulan Media December 4, 2010 Nûçe
Rojnameka Almanî bas li sê Bingehên atomî yên Sûriyayê dike
Rojnameka Almanî bi navê Sueddeutsche Zeitung bas li sê bingehan dike ku goman li ser heye Sûriya bo pêşxistina bernama atomî ya xwe bikartîne û daxwaz ji ajansa navdewletî ya wizeya atomî kir, ku lêkolînan li wan hersê cihan encam bide.

Rojnameya navbirî herweha xuyakir, ku bingeheka atomî li rojhilata bajarê Dîmeşqê ye û bingehek din nêzîkî bajarê Misyafê ya li rojavaya Sûriyê ye û bingeha din jî, li bakûrê bajarê Hema ya li rojavaya Sûriyê ye.

Ev rojnameya Almaniyayî derbarê jêderê zanyariyên xwe de jî diyarkir, ku peymangeha zanist û ewlekariya navdewletî ya ku bingeha wê li bajarê Waşington paytexta Emrîkayê ye, bi rêya Setelaytan çend wêneyên ew bingehên atomî yên Sûriyê û bi taybetî jî bingeha atomiya nêzî bajarê Misyafê bi dest xistine.

Cihê amaje pêkirinê ye ku supa Israîlê di sala 2007ê de çend bingehên atomî yên li rojhelata Sûriyê bombebaran kir.
Top