Serokê Barzanî ji ber bi jenosayd nasandina doza kuştin û koçberkirina Kurdên Feylî pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dike
Ji bo ragihandina biryara bi jenosayd nasandina doza kuştin û koçberkirina Kurdên Feylî ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê, pîrozbahiyê li Kurdên Feylî û hemû gelê Kurdistanê dikim. Em pêşwazî li vê biryarê dikîn ku temamkerê biryarên dinê wan Dadgehan be sebaret bi her du doza Enfal û Helebçeyê.
Ev sedemeke baweriya Dadperwerîtiyê ji pirsa me ve ji cem xwe xurttir dike û heman demî de mezinahiya qebareya wan zulm û sîteman jî bi bîr tîne ku li ser me Kurdan hatiye. Ji bo wê yekê daxwaz li sercem aliyê pêwendîdarên Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê dikîn ji bo bi maf gihandina Kurdên Feylî li hemû rûyek ve hemû dûvdaçûnek bikin û hemû amrazek jî bi navê qerebûkirina wan desteber bikin û wan mafên ku rejîmê ji nav çûyî ji wan zeft kiribû vegerînin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02/12/2010
