• Saturday, 31 January 2026
logo

Dastana “Mem û Zîn” yekemîn pirtûka ku Wezareta Çanda Turkî belavdike

Gulan Media December 3, 2010 Nûçe
Dastana “Mem û Zîn” yekemîn pirtûka ku Wezareta Çanda Turkî belavdike
Wezareta çand û geştûgozara Turkî bo cara yekê pirtûkek ku ji zimanê kurdî hatiye wergêran bo zimanê turkî belavkir, ew jî dastana Mem û Zîn yê helbestvanê kurd yê bi navûdeng Ehmedê Xanê ye.


Pirtûka ku 2500 dane jê hatiye çapkirin û têkistên kurdî li rex wergêrana bi zimanê turkî di nav deye ji aliyê Artugrol Gonay wezîrê çanda tukî ve di kongirek rojnamevanî ya taybet de hat pêşandan.

Pirtûka Mem û Zîn ku bi baştirîn cor hatiye çapkirin buhayê wê 20 leyreyên turkîne û wê li pirtûkxanên fermî yên dewletê jî berçav be.

Wezîrê Çanda turkî di vê bareyê de got wergêrana dastana Mem û Zîn wê pirtûkxana Turkiyê dewlemend bike û wê rola tekezkirina zimanê bihevre jiyana aştî û diyalokê û çanda demokrasiyê di civaka turkî de bibîne.
Top