• Monday, 02 February 2026
logo

Li Hewlêrê kongreya bihevre jiyana olên İraqê hat lidarxistin

Gulan Media December 1, 2010 Nûçe
Li Hewlêrê kongreya bihevre jiyana olên İraqê hat lidarxistin
Wezareta Mafê Mirov a İraqê bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kongirek bi navê “Pêkhateyên İraqê Çavkaniya Serweta Niştimanî ne” bi mebesta bihevre jiyan û lêborîna civakî di nav wan de bo hemû olên İraqê saz kir.

Kongira Bihevre Jiyana Olên İraqê ku nûnerên hemû olên İraqê têde beşdar in duhî li Hewlêrê dest bi karê xwe kir, îro dawî bi karê xwe anî û aliyên cuda encamnameyek nivîsandin ku biryare daneyek jê bo Hikûmeta Kurdistan û Iraqê bê şandin,

Di encamnameyê de, gelek xwestekên rêxweşker bo bihevre jiyana olî hene û bi taybet yên girêdayî mesîhîyên Iraqê ku heyameke li bajarê Bexda û parêzgeha Neynewayê bûne armanca hêrîşên terorîstan û hejmareka zor hatine herêma Kurdistanê.
Top