Komkujiya Şengalê, êrişa li ser Ehmed Turk û YNK’ê karê TIBT’ê ye
Agahiyên lêpirsîna Emniyeta Enqere yên 14 kesên di encama operasyonên 24-25’ê mijdarê li 9 bajarên Tirkiyeyê pêk hat de hatin girtin , ket destê ANF’ê. Ji kesên hatin binçavkirin 9 kes hatin girtin. 14 kesên ku îfadeya di lîsteya ji 23 kesan pêk tê de cih digire û pêşkêşê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin kirin, bi vana tên tawanbarkirin: “Li ser hîmê cîhêxwazîya etnîkî pêkanîna xebatên nîjadperest, endamdiya TIBT û jî bo rêxistinê karkirin, gef û şantaj, heqeret, xebatên piçûkxistina sazî û dezgehên dewletê, ji bo dijberiya leşkerî û li dijî hukumeta Komara Tirk teşwîqkirina raperîna çekdarî, bi eşkereyî beşekî gel lî dijî beşê dîn sorkirina kîn û dijminahiyê, daneyên ferdî bi dest xistin, bikaranîna nasnameya qelp û sexte”
Delîlên van tawanbarkirinê wiha têne rêzkirin:
1-Têbiniyên hevdîtinê bi jimarên GSM’yê yên ku tawanbariya wana piştrast dikin (daxwazî)
2-Têbiniyên şopandin û dîmenên CD’yên di encama şopandina Teknîkî ya kiryarên gumanbaran de hatine bidesxistin.
3-Têbiniyên derbarê haydarkirina hevdu ya bi riyar înternetê û metnên axaftinê yên gumanbaran
4-Têbiniyên lêgerîna malê û desteserkirinê,
5-Nasnameyên sexte, demanceyên gulleyên hikş, gulleyên hişk, gulleyên bi dirêjahiya 7.65 mm, şarjor û dosyayên ji computer, falaşdîsk, CD, nivîsên dest û nivîsên ji kompûterê hatine çapkirin.
Ji şopandina teknîkî ya hevdîtinên telefon, peyamên elektronîk, daxuyaniyên TIBT’ê û îfadeyên polîsan derket holê ku destê vê rêxistina Tirk di nava gelek komkujî, êriş û kampanyayên li dijî Kurdan de heye. Derbarê têkiliyên rêxistinê de bi Ergenekonê ve tê girêdan, îfade û nivîsên wan jî diyar dikin ku nêzî paşayan in.
Herwiha li gorî îfadeyên kesên hatine girtin tê diyarkirin ku komkujiya di Tebaxa 2007’ê de li Şengalê li dijî Kurdên Êzidî pêk hat û têde nêzî 500 Êzidî jiyana xwe ji dest dan, êrişa Kanûna 2008 li Kerkûkê li dijî endamên eşîreta Ereban pêk hat, êrişa li dijî nûnerên Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistan pêk hat û têde bi deha pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û êrişa li dijî siyasetmedarê Kurd Emhed Turk pêk hat, karê vê rêxistina Tirk e. (ANF)
