Kiwêt: jinên cilên melevaniyê li xwe bikin wê bên sizadan
Rojnama Weten ya Kiwêtî xuyakir ku li gor vê pêşniyarê gereke jinên cilên ne li gor tîtalan li xwe dikin, sizayê salek zîndankirin yan 1000 dînarî bo wan bê birîn.
Her li gor vê pêşinayarê tazîkirin û xuyakirina sing û kiryarên ne li gor tîtalan jî wê bên sizakirin.
Ji bo cêbecêkirina vê yaseyê, pêwîste civata perlemantaran û mîrê Kiwêtê jî li ser razî bibin.
