Hesabên Swîsreyê ji Erdogan hatin pirsîn
Ozturk, îdiayên belgeyên ku di malpera WikiLeaksê de hatine weşandin anîn rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM).
Ozturk, bi daxwaza bersivdayîna Serokwezîr, pirsiyarname da Serokatiya TBMMê û pirsa “Di belgeyên ku WikiLeaksê weşandine de, tê îdiakirin ku, di bankayên Swîsreyê de 8 hesabên we yên cûda hene. Gelo rastiya vê çi ye?” araste kir.
Ozturk, ji Erdogan xwest ku bersiva van pirsan bide:
* Ger îdia rast e, razemeniyên we yên Bankayên Swîsreyê bi giştî çi qas in?
* We kengê 8 hesab di Bankayên Swîsreyê de vekirin?
* Ji bilî bankayên Swîsreyê, hesabên we yên bankayên biyanî yên dîtir hene? Ger hene, ev hesab di kîja bankayan de ne û çend TL ne?
* Di danezana mal û mulkê we ya îsalê de, 8 hesabên wê yên Bankayên Swîsreyê jî hene?
(AKnews)
