• Saturday, 31 January 2026
logo

WikiLeaks: şêwirmendên Erdogan û Oglu siyaseta derve baş nizanin

Gulan Media November 29, 2010 Nûçe
WikiLeaks: şêwirmendên Erdogan û Oglu siyaseta derve baş nizanin
LI gor belgeyên nehênî yên ji aliyê malpera WikiLeaksê ve tên belavkirin, Emrîka baweriyê bi Recep Teyip Erdogan Serok Wezîrê Turkiyê nake û Ehmet Davut Oglu Wezîrê Derve jî bi kesekê “bive” dizane.

Belgeyên ku WikiLeaksê duhî bi riya rojnameyên New York Times, Der Spiegel, El Pais, Le Monde û Guardian weşandine, diyardike ku diplomatên Emrîka di wê baweriyê de ne ku Erdogan zanyariyên xwe yên curane ji rojnameyên îslamparêz werdigre û wî bi kesekê ne cihê baweriyê nasdikin.


Her li gor ku ew belgeya berpirsên Emrîka dibînin ku şêwirmendên Erdogan û Ehmet davut Oglu, siyaseta derve baş nizanin, û Davut Oglu bi “kesekî gelekî xeter” dizanin.
Top