• Saturday, 31 January 2026
logo

Enqere: “me li Iraqê şikestin nexwer”

Gulan Media November 20, 2010 Nûçe
Enqere: “me li Iraqê şikestin nexwer”
Daxuyaniyên Celal Talebanî serok komarê Iraqê ku gotibû: “Tirkiya di dema danûstanên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de nedixwest ez bibim serok komar…û Tirkiya bû vê mebestê negeheşte merema xwe” li Enqerê bû sedema nerazîbûnê.

Li gorî nûçeya rojnameya Taraf’ê ku ji çavkaniyên dîplomatîk bidest xistine, li Iraqê, wekû ku Tirkiyayê dixwest, bi beşdarbûneke fireh hikumet hat damezrandin.

Çavkaniyan ragihandin ku, Talebanî di gera yekem ya helbijartinan de bi ser neket û di gera duyê de, Enqereyê bi bloka El-Iraqiye ku Eyad Elawî serkêşiyê dike re telefon kir û ev yek bû sedema ku Talebanî di gera duyê hilbijartinan de bibe serok komar.

Ji aliyekî din ve, ji Navenda Ragehandina Serokatiya Tirkiya daxuyaniyek nivîskî hatiye weşandin û têde hatiye ku, di Cejna Qurbanê de, Abdullah Gul, bi Celal Talebanî re bi telefonê axifiye.
Top