• Saturday, 31 January 2026
logo

Talebanî: “Turkiyayê nedxwest ez bibim serok komar”

Gulan Media November 19, 2010 Nûçe
Talebanî: “Turkiyayê nedxwest ez bibim serok komar”
Celal Talebanî Serokê Iraqê xuyakir ku hikûmeta Turkiyê nedixwast ew bibe serokê komara Iraqê û nedixwast wezîrê derveyê Iraqê jî kurd be.

Talebanî di dîdara bi rojnameya Milliyet a Turkî re xuyakir, ku siyaseta destêwerdana di nav kar û barên Iraqê de ya ku Turkiya di heyama bûrî de pê radibû, bê berhem bû û negîşt mirada xwe û şkestin xwar.

Di dîdara amaje pêkirî de de serokê amaje jî kir, ku Turkiye dixwast Eyad `Elawî bibe serokê Iraqê û ew ji ber ev helwîsta dijminane ya hikûmeta Turkiye ecêbmaye.

Serokê Iraqê got: “min bi xwe bingeha xurta peywendiyên navbera Iraq û Turkiyê danî, belê mixabin Turkiyê nedixwast ez bibim serokê komara Iraqê!”.
Top