• Saturday, 31 January 2026
logo

Bi fermana Serok Barzanî 207 girtî hatin azadkirin

Gulan Media November 15, 2010 Nûçe
Bi fermana Serok Barzanî 207 girtî hatin azadkirin
Ji bo cejna qurbana pîroz û bi fermana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 207 girtiyên bingehên çaksaziya parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî û Duhok)ê hatin azad kirin.

Di vê derbarê de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de ragihand ku bi fermana birêz Serokê Herêmê du sed û heft hukmkiriyên li bingehên çaksaziya parêzgehên Herêma Kurdistanê lêborîneke taybet ji bo wan derket û ew jî li vê cejna qurbana pîroz de vedigerin li nav civak, malbat û kesukarên xwe û li gel wan li vê cejnê şad dibin.

Her wiha Fuad Husên got ku ew hukimkirî ji ber berjewendiya giştî û rewşeke bilinda li bingehên çaksaziyê da ber lêborina taybeta cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ketine û dosyeya wan hukimkiriyan jî ji aliyê komîtek yasayî ve karên pêwîst ji bo wan hatiye kirin.

Ev lêborîna taybetiya Serok Barzanî jî ji bo wê yekê ye ku derfeteke din ji bo wan hukimkiriyan bê dayîn û wekî mirovekî asayî vegerin nav civakê.
Top