Rijêma Îranê 2 Kurd darvekirin
Li gorî agahiyan, Rêjîma Îranê, welatiyê bi navê Abdulhaluk Behmer û Abdullah Behmer ên li ser nifûsa Urmiyeyê bi îdî`aya bazirganî kirina tiryakê şeva berê bi darvekirin.
Girtiyên Kurd ku salek berê li Girtîgeha Turbetîcam a Meşedê berî bên darvekirin, bi riya telefonê bi malbatên xwe re axifîn û alîkarî hi wan xwestin.
Dewleta Îranê beriya ku wan darvebike duhî hêvarê rê dabû wan ku bi malbatên xwe re baxifin. Girtiyên Kurd ên li ber benê darvekirinê jî bi riya telefonê ji malbatên xwe xwestin ku parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û rewşenbîr li hemberî vê yekê têkevin nava tevgerê.
Li gorî agahiyên Rijêma Îslamî ya Îranê di dema dawî de li dadgehên dewletê sizayê darvekirinê bo 98 kesan hatiye birîn ku 30 kes ji wan endamên PJAK'ê yê bi ser PKK`ê ne û tê gotin ku dê darvekirina van kesan piştî cejnê bê cêbecêkirin.
