Firakisyona Elîraqiye bi fermî daxwaza lêborînê ji serokê Iraqê kir
Jêderekê agahdar ji nav rûniştina îro ya parlementa Iraqê veguhast ku Usama Nuceyfî serokê parlementê, daxuyaniya Eliraqiye xwend.
Jêderê amajepêkirî herweha da xuyakirin, ku ew puşman in ku ji rûniştina roja pênşema derbazbûyî vekişiyan û deng nedan Celal Talebanî.
Li gor naveroka vê daxuyaniya Eliraqiye weha tê xuyakirin, ku firakisyona Eliraqiye dê beşdariyê di hikûmeta nû de bike.
