• Saturday, 31 January 2026
logo

Naveroka axaftina Serok Barzanî di civîna rojnamevaniya vegera ji Bexda

Gulan Media November 13, 2010 Nûçe
Naveroka axaftina Serok Barzanî di civîna rojnamevaniya vegera ji Bexda
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xweşhalim ku li gel we dicivim bo ku li rêya we ve xelkê Kurdistanê agahdar bin ji wan hewldanên ku hate dayîn û li encamên wê. Her wekî ku hûn jî agahdarin berî demekî me dest bi destpêşxeriyê kir û piştî wê yekê ku me hevdîtinê li gel hemû aliyê siyasiyên Iraqê kir, ji ber ku Iraq gihiştibû qeyranek asê mabû û tiştek nedihate kirin, û dibe ku hinek kes hebin bibêjin me çi heq li ser wan pirsan ve heye û her çi li Bexda dibê em nabê girîngiyeke bi vî awayî li wan pirsgirêkan bidîn. Lê belê ev nêrîn şaşe.

Li rastiyê da pêvajoya me bi Bexdayê ve gelek girêdayiye û gelek pêwendîdare. Ji ber wê yekê ku me wê destpêşxeriyê destpêkir û ji wê jî me destpêkir. Pêşî ji her aliyek çend biraderek hatin û me behsa wan xalan kir ku em li ku hevbeşin bizanîn li kû rêkîn û li kû cûdahî li navbera me da heye û em çawa dikarin li hember wan astengên ku li ber me hene rawestîn. Bêguman şanda me roleke gelek rêkûpêk û serkeftiyane nîşanda, bi şahidiya hemû aliyek û ez dixwazim bi taybetî spasî kak Dr. Roj bikim ku bi şahidiya hemû aliyek rolekî xweyê gelek serkeftiyane hebû yê xwe û hemû hevalên wî yên li şanda Kurdistanî de hebû.

Piştî wê yekê ku wêne rûn û eşkere bu ku li kû da xalên me yên hevbeş heye û li kû xalên me yên cûda heye. Eve bû me hemû aliyekî vexwend û li roja 07/11/2010 hemû serkirdeyên Iraqê hatin Hewlêrê. Ew rewşa ku me li vir dît birastî rewşeke erênî bû. Piştî wê biryar hate dayîn ku kombunên din li Bexda bikîn. Ez roja din çûm Bexda û li Bexda dîsa me destpêkir çend civînek bi amadebûna hemû aliyan saz kir. Ew dosyayên ku hatibû amadekirin û hinek xal mabûn ku diviya li civîna serkirdayetiyê de biryar li ser bidîn, biryar hate dayîn û hemû ew dosye temam bûn, wekî dosyeyên asayîş, hevsengî her wiha dosyeya hevbeşa li hukim û dosyeya aborî, her wiha ew dosyeyên ku pirsên li navbera wan bi xwe de pêk dihatin û ewa ku jêra dibêjin "Rîşekêşkirina be'es an lêpirsîn û dadperwerî" piştî wê yekê ku çawa dabeşkirina sê Serokayetiyê bêkirin, şeva din jî encama dawiya civînan hate dayîn û têda rêkkeftin hate kirin ku Parlemen destbikar bê û Serokayetiya Komar ji bo Kurd bê û Serokayetiya Encumena Wezîran ji bo Hevpeymaniya Nîştîmanî bê û Serokayetiya Parlemen jî ji bo lîsta Iraqiye bê. Piştî wê dest bi pêkanîna Hikûmetê dikîn.

Bêguman ew xalên ku pêwendî bi daxwazên me ve heye xweşbextane hemû aliyek rizamendiya xwe derbirîne û berî pêkanîna Hikûmetê divê "hevbendî bêkirin" û bibê beşek ji programa Hikûmetê. Bêguman em wiha dibînîn ku eve serkeftineke mezin bû ji bo gelê Kurd û vê serkeftinê jî me bi yekrêziya xwe bidest xist ji bo wê yekê divê bizanîn û herdem li bîra me bê hemû serkeftinên bi dest hatiye bi birayetî û bi tebayiya nav xwe de em dikarîn bîparêzîn û destkeftên nû jî her li wê rêyê ve dikarîn bi destbixîn.

Bêguman doh şev Parlemena Iraqê civiya wekî ku hemû kes jî temaşe kir, li nav Parlemen û li dema civînan pirsgirêkek rû da, lê belê ew gelek asayî bû ji ber ku eve heşt heyve li her rûniştinek komek pirs û pirsgirêk komdibê. Lê belê bêguman bi tu awayek pirsgirêk li gel me nebû wekî Kurd em ne aliyeke pirsgirêkê bûn, û ez naxwazim zêde biçim nav naveroka pirsgirêkan û wiha bizanim eve jî çareser dibê û ew jî vedigerin, lê belê li heman demî de hengaveke girîng hate avêtin ewe bû ku li wê rûniştinê de Serok Komar hate hilbijartin û Serokê Parlemen hate hilbijartin û Serokê Encûmena Wezîran hate destnîşan kirin. Êdî dimîne piştî vê çawa em hewl bidîn Hikûmetekî hevbeş Hikûmetek ku hevsengî têda hebê bête dirûst kirin.

Ji bo hemû aliyek jî derket ku rolê Kurd rolekî serekiye û cihê şanaziye ji bo hemû Kurdek ku Kurd bikarê vê rolê bibînê. Xelkek wiha dizanîn ku em ne girîngîn li pêvajoya Iraq an jî hinek kes wiha hizir dikirin ku hêza Kurd kêm bûye û Kurd êdî nikare tişteke din bike. Li rastiyê da ew hemû axaftin û axaftinok vala hatin derxistin û ez bawerim îro hêza Kurd ne ku li Iraq belku li seranserê cîhanê çuye astekî din û eve cihê şanaziyêye ji bo me hemûyan.

Eve bû derencama wê destpêşxeriya me ku dikarîn bibêjîn gelek serkeftî bû, ji bo wê mebestê jî komek pêwendiyên telefonî ji bo hat û her li Serok Obama û Serokên welatê dinê cîhanê ku bi giştî hemû pîrozbahiyê li min kirin li serkeftina wê destpêşxeriyê, û li navxwe de jî xelkê Iraqê jî gelek ji wan propagandayên ku dijî Kurd dihatin kirin hemû vala derketin. Êdî bi hêviya xwedayê mezin roj li dawiya rojê gelê Kurd bextewertir û pêşketîtir û xweşhaltir dibê.

Gelek spas ji bo hemû aliyek...
Top