• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî ji bo posta serokwezîriyê piştgirî da Nûrî Malikî

Gulan Media January 25, 2026 Nûçe
Serok Barzanî ji bo posta serokwezîriyê piştgirî da Nûrî Malikî

Serok Mesûd Barzanî piştgirî da biryara Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina Nûrî Malikî wekî berbijêrê Serokwezîriya Îraqê kir û ragihand ku ew dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgirê wî bin.

Serok Mesûd Barzanî 24ê Kanûna Paşîn a 2026an peyamek belav kir û tê de ragihand:

“Em piştgirî didin biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina birêz Nûrî Malikî wekî namzedê wan ê ji bo wergirtina posta Serokwezîriya Îraqê.”

"Em dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgir bin"

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Nûrî Malikî kir û serkeftin ji bo wî xwest.

Serok Barzanî her wiha got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina astengî û rûbirûbûnên li pêşiya welat, em dê piştgirê wî bin.”

 

Rudaw

Top