Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê: Em pêşwaziyê li namzedkirina Nûrî Malikî dikin
Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekî ragehand; ew pêşwaziyê li namzedkirina Nûrî Malikî ji bo posta serokwezîrtiyê dikin û ragehand: ‘’Hêvîdarin serkeftî be di pêkanîna hikûmetekî ku bibe bersiv ji daxwazên xelkê û pêkhateyên Iraqê.’’
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê pêşwazî li namzedkirina serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî kir ku ji hêla Çarçoveya Hemahengiyê ve ji bo posta serokwezîrtiyê hatiye namzedkirin.
Fraksiyona PDKê hêviya serkeftinê ji bo pêkanîna hikûmetekî ku bibe bersiva daxwazan kir û got: ‘’Hêvîdarin bibe bersiv ji daxwazên xelkê û pêkhateyên Iraqê, ji bo derbasbûna li astengiyan û bi bingehbûna Iraqê û bibe bersiv ji daxwazên şeqama Iraqê, ji bo xizmetguzariyên baştir û nehiştina gendeliyê rêkxistina dahat û xerciyan.’’
Duh 24ê Çileya 2026an, Çarçoveya Hemahengiyê serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, ji bo posta serokwezîrtiyê wek namzed destnîşan kir.
Basnews
