Eta Rauf û Saman Faris li Silêmaniyê: Serok Barzanî parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê garantî kir
Nivîskarên li Silêmaniyê piştgirî didin hewldanên Serok Barzanî yên ji bo parastina rûmeta Rojavayê Kurdistanê û bawer dikin ku ew xema Kurdan dixwe û kariye piştgiriyek navneteweyî ava bike.
Nivîskar û rewşenbîr li Silêmaniyê Eta Rauf, ji BasNewsê re got: "Hewldanên Serok Barzanî ji bo rawestandin û normalîzekirina rewşa aloz a li Sûriyê bandorek rasterast li ser komploya li dijî Rojavayê Kurdistanê kir. Plan ew bû ku di çend rojan de dawî bi destkeftên Rojavayê Kurdistanê bînin, lê wek Serok Barzanî got: ‘’Rewş bigehe wê astê ku xedir û zulmê li Kurdan bikin û kar li ser nemana Kurdan li navçeyê bikin, wê demê em hemû yek in û tişta ku ez bikarim û çi ji destê min bê ezê bikim.’’ Ev hevok helwestek dîrokî ye û çawa wî DAIŞ têk bir, vê carê komployek herêmî û navneteweyî têk bir."
Herwaha got: "Serok Barzanî wekî merciya bilind ê neteweya Kurd gavên dîplomatîk avêtiye. Wî di hemû civînan de daxwaza parastina Rojavayê Kurdistanê kiriye, tevî hemî pêkhateyên olî û etnîkî kir. Ev helwêst li ser asta navnetewî gelek giringî jê re hatiye dayîn û bandora wê hebûye û hewlên Serok Barzanî neban dê komkujî û jenosîd li Rojavayê Kurdistanê pêkhatiba.’’
Wî got ku tiştê ku hatiye bidestxistin encama yekîtiya gelê Kurd e, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê ji hemî astan ve hate piştgirî kirin.
Çalakvanekî Silêmaniyê Saman Faris jî ji BasNewsê re ragehand: "Li ser spardeya Serok Barzanî, Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihandiye Rojavayê Kurdistanê. Ew alîkariyên herî mezin û piştevaniyekî gelek giring bû ji bo koçber nekevin rewşeke giran û xelkê Rojavayê Kurdistanê baş dizanin kî dilsozê wan e. Her bi vê dîtinê ve Mezlûm Ebdî di tora xwe ya civakî ya X de peyamek belav kir û nivîsand, di vê qonaxê de pêzanîn û spasiyekî mezin ji bo hewldanên Serok Barzanî em dikin. herwaha hewldanên xwe jî hîn berdewam dike ji bo piştevanîkirna hewlên siyasî û bi hemahengiya li gel navbeynkariya Amerîka û bi armanca geheştina agirbest û destpêkirina danûstan û cîhbicîhkirina wê rêkeftina ku hatiye kirin û proseya têkelkirina hêzên wan ên li gel hikûmeta Sûriyê.’’
Herwaha got: "Ya girîng ew e ku hemî alî û partî piştgiriyê bidin hewlên Serok Barzanî, ji ber ku hewlên Serok Barzanî deriyek sereke bû ji bo kêmkirina aloziyan û derfetek rastîn bû ji bo vejandina pêvajoya siyasî û serdestkirina zimanê diyalogê."
Navborî ragehand, ligel hewlên Serok Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bi her awayî xebitî da ku piştgiriyê bide Rojavayê Kurdistanê, hem bi awayekî dîplomatîk û hem jî di warê dabînkirina hin pêdiviyên bingehîn de.
Saman Faris diyar kir: "Em hin hewlên ji Amerîka û Ewropayê dibînin ku piştgiriyê bidin Kurdan û wan ji jenosîdê biparêzin. Ev hemû hewl bi saya îradeya Herêma Kurdistanê, serokatiya wê û gelê wê bûn.
Basnews
