• Saturday, 31 January 2026
logo

Kurd di mijara zimanê Kurdî de bûn yek

Gulan Media November 12, 2010 Nûçe
Kurd di mijara zimanê Kurdî de bûn yek
Guşarên li ser zimanê Kurdî yên di van rojên dawî de, Kurd kirin yek. Li gel BDPê partî û rêxistinên Kurdan wek HAK-PAR, KADEP, Kurd-Der û Enstîtuya Kurdî helwêsta li hemberî zimanê Kurdî şermerzar kirin û gotin ev helwêst nêzîkatiya li hemberî Kurdan dide nîşandan.

Piştî ku dadgehê daxwaza parastina bi Kurdî ya siyasetmedarên Kurd ên ku di doza KCK'ê de tên darizandin red kir, nîqaşên derbarê Kurdî de jî gur bûn. Li gel BDPê, HAK-PAR, KADEP, Kurd-Der û Enstituya Kurdî helwêsta dawletê ya li hemberî Kurdî bi zimeneke tund şermezar kirin û ji dewletê re gotin "Dest ji vê helwêstê berde" û ji Kurdan re jî gotin "Berxwedana Kurdî" xurt bikin.


Kurd-Der: Dewletê li hemberî Kurdî şer da destpêkirin

Serokê Kurd-Derê Ahmed Aday, daxwiyaniyên Serokomarê Tirkiyê Abudlalah Gul ên derbarê mijarê û guşarên li ser Kurdî nirxandin û got ku dewletê li hemberî Kurdî şer daye dest pê kirin û wiha pêde çû: "Pêşî, 6-mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daxwaza siyasetmedarên Kurd ya parastina Kurdî red kir. Pişt re 4-mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî îtîraza vê biryarê red kir û bi vî avayî biryar pesend kir. Her dadgeha bilind jî heman biryar da. Di vê demê de Parêzgariya Amedê biryara Meclîsa Giştî ya Bajêr a derheqê îadekirina navên Kurdî yên cihan betal kir. Ev biryar jî ji aliyê Dadgeha Şêwrê ve hate erê kirin. Gotinên Serokomar Gul, "Ma dadgeh dê destûr bide propaganda rêxistine" piştî vê biryarê hat. Piştî van nêzîkatiyan herî dawî Serokê Meclîsê M. Alî Şahîn li ser axaftana Parlamenterê BDPê Bengî Yildiz ya Kurdî ku li Meclîsê kiribû, gef li wî kir û got, "Eger pêwîst e be em ê hewldanên zagonî bidin destpêkirin.'' Wekî tê dîtin, hemû saziyên dewletê bi yek dengî li hemberî Kurdî şer dane destpê kirin." Aday, destnîşan kir ku ev helwêsta dewletê nayê qebûl kirin û bang li dewletê kir ku dest ji vê helwestê berde û ji Kurdan jî xwest ku "Bi pêdagirî xwedî li zimanê xew derkevin"


KADEP: Em nêzîkatiyên li hemberî Kurdî yên dijî mirovahiyê fam nakin

Cîgirê Serokê Giştî yê KADEPê Îbrahîm Aksoy jî, helwêsta li hemberî Kurdî bi zimeneke tund şermezar kir û da zanîn ku helwêsta dewletê ya li hemberî Kurdî dirûtî ye. Aksoy, destnîşan kir ku fêrbûn û perwerdeya Kurdî mafekî xwezayî ye û wiha axifî: "Li gel van pêşveçûnan bila hemû kes bizane ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Kurd û Kurdî santîmekê jî neguheriye. Bila tu kes guh nede 'Qedexeyên li ser Kurdî hatine rakirin'. Hemû gotinên biratiyê yên rayedarên Tirkan qaşo ne." Aksoy, derbarê axaftinên Serokkomar Gul de ku gotibû "Kurd xizmên me ne" reaksyon pêşan da û domand: "Em ne xizmê hev in. Ew ji Asya Navîn hatine, em jî ev bi hezar salan in li vir, li ser axa Mezopotamya dijîn. Ew ji bo talanê an jî wek mihacîr hatinê vê derê. Ew mihacir in û em xwediyê vê derê ne. Em her çikas bi çavê mêvan û dost berê xwe didin wan jî ew bi çavbirçîtiya xwe me tune dihesibînin"


Samî Tan: Kurd bila bi Kurdî biaxifin û rojiya neaxaftina Tirkî bigrin

Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan jî helwesta dewletê ya li hemberî Kurdî şermezar kir û bang li Kurdan kir ku li her derê bi Kurdî biaxifin û rojiya neaxaftina Tirkî bigirin. Tan diyar kir ku dadgerên ku parastina Kurdî ya siyasetmedarên Kurd qedexe kirine helwêsteke siyasî dane nîşandan û ev helwest bi zimenekî tund şermezar kir: "Hemu gotinên radeyadarên dewletê yên biratiyê derew in û dirûtî ne. Ew bi van gotinan Kurdan dixapînin. Biratî ancax bi azadiyê pêk tê."


HAK-PAR: Nêzikatiya li hemberî Kurdî dirûtiya hikûmetê nîşan dide

Serokê Giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel jî, destnîşan kir ku siyastetmedarên ku ji feraseta "Millî Goruş" tên derbarê pirsa Kurd de tu perspektîfên wan tune ne û wiha axifî: "Kurd gel e. Ne hewce ye ku di vî warî de hin kesan îkna bikin. Ev gel bi ruha têkoşîn û zimanê xwe li holê ye. Ev gel dixwaze li Tirkiyê di nav wekheviyê de bijî. Lazime hemû astengiyên li ser Kurdî bên rakirin." Bozyel di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku pêwist e Kurd li benda hikûmetê nesekinin û li her deverên jiyanê bi Kurdî biaxifin. Bozyel, nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî Kurdî wek dirûtî binav kir û got hikûmet zimanê Kurdî red dike.
(Rûdaw)
Top