Serokê Misrê û mîrê Kuwêtê Talebanî pîroz kirin
Di nameya pîrozbahiyê de Mûbarek kêfxweşiya xwe bi wê yekê nîşan da ku riraksyonên nav perlementoya Iraqê li ser dubare hilbijartina Talebanî wek serok komar rêketin û tekez kir, baweriya ku Talebanî di wê posta bilind de hebû, tê wateya wê rastiyê ku xebat ji bo berjewendiyên Iraqê û gelê wê kiriye.
Ji aliyekî din ve bi heman helkeft, Şêx Sebah El Ehmed mîrê Kuwêtê jî nameyek pîrozbahiyê ji serok komar Talebanî re şand û kêfxweşiya xwe bi dubare hilbijartina wî wek serok komarê Iraqê nîşan da.
