Firakisyona Iraqiye xwe ji pirosesa siyasî vekêşa
Heyder Elmela Peyvdarê bi navê Eliraqîyye ragihand, ku Eliraqiye beşdariyê di hukûmetê de neke, ji ber ku bawerî di navbera fraksiyonên siyasî de tuneye.
Elmela herweha xuyakir, ku duhî di rûniştina perlementê de kodeta ji alîyê firakisyona Dewleta Yasayê ya ku Nûrî Malikî serkêşiyê dike hatiye kirin û rêkeftinên berê binpê kirin.
