• Sunday, 01 February 2026
logo

Obama bi rêya Balyozê welatê xwe peyamek xweşhaliyê ji Barzanî re şand

Gulan Media November 11, 2010 Nûçe
Obama bi rêya Balyozê welatê xwe peyamek xweşhaliyê ji Barzanî re şand
Îro duyemîn car birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Bexda pêşwazî li birêz James Jeffrey Balyozê Emerîka li Iraq kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Emerîka silavên taybetiyê birêz Barak Obama Serokê Wîlayetê Yekirtiyên Emerîka bi Serok Barzanî ragihand û her wiha xweşhaliya Serok û Îdareya Emerîka jî bi vî awayî bi Serok Barzanî ragihand ku li ber ronahiya destpêşxerî û hewlên Serok Barzanî dawî bi qeyrana pêkanîna Hikûmeta Federala Iraqê hat û hemû hêz û aliyê siyasiyên Iraqê ji bo pêkanîna Hikûmeta hevbeşa nîştimanî gihiştin rêkkeftinê.

Hêjayî gotinêye ku berê jî Balyozê Emerîka li Iraq serdana Serok Barzanî kir û pîrozbahiya xwe û îdareya Emerîka ji bo vê serkeftina ku rêkkeftina aliyê Iraqiyan bû li ber ronahiya destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê, bi Serok Barzanî ragihand.
Top