• Monday, 02 February 2026
logo

Şandekê Herêma Kurdistanê Seredana Îranê Kir

Gulan Media November 10, 2010 Nûçe
Şandekê Herêma Kurdistanê Seredana Îranê Kir
Duhî Şandekê Rayedarên Kurd bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê serdana Îranê kir.

Di vê derbarê de Dr. Fuad Husên ragihand ku, şanda Kurd ji aliyê Elî Larîcanî Serokê Parlmentoya Îran ve hat pêşwazî kirin û pişt re di hevdîtinekê de rewşa siyasî ya Îraqê û hewldanên aliyên siyasî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêj kirin.

Di berdewamiya hevdîtina han de pirsa peywendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de û çawaniya bi hêz kirin û berfereh kirina wan peywendiyan jî hat nirxandin.
Top