Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilinda Kongrêsa Emrîka kir
Di hevdîtinê de ku Dr. Roj Nûrî Şaweys Cîgirê Serok Wezîrê Iraqa Federal û Jêmis Jêfrî Balyozê Emrîka li Iraqê û General Luîd Ostin Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emrîka li Iraqê jî amade bûn, pêşketinên dawî ya rewşa siyasî û ewlehî û ew guftûgoyên ku ji bo pêkanîna Hikûmeta nû li holê, bi taybetî destpêşxeriya Serok Barzanî û rûniştina roja pênşemê ya Civata Nûnerên Iraqê hatin nirxandin.
Şanda bilinda Kongrêsa Emerîka tekez li ser girîngiya kombûna serkirdeyên firaksyonên siyasiyên Iraqê kir ku duhî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêveçû û bi navê gihiştina bi rêkkeftinek û çareseriya dawî ya ji bo wê tengasiya siyasiye ku Iraq têre derbaz dibe destpêkeke baş hate qebûlkirin û tekez li ser girîngiya pêkanîna Hikûmetekî hevbendiya nîştimanî kir ku hemû hêz û firaksyonên siyasiyên Iraqê li xwe bigre, bi bêyî piştguh xistina tu aliyek û ev jî ji bo çespandina ezmûna demokratiya Iraqê û çareserkirina wan pirsên ku rûbiruyê welat bûne bi karekî girîng hate wesif kirin û piştgîriya welatê xwe jî ji bo Iraq û ezmûna demokratiyê dûpat kir.
Sebaret bi rewşa Kurdistanê jî şanda bilinda Kongrêsa Emrîka rola gelê Kurdistanê û Pêşmergeyan li hevkarîkirina hêzên Emrîka û proseya rizgarkirina Iraqê de bilind nirxand û ragihand ku pêzanînek zêde ji bo dostayetiya gelê Kurdistan û Emerîka heye ku girêdayî wê dostayetiyêye û li jêr desthelata Serok Barzanî jî helbet gelê Kurdistanê digihe paşarojeke geş û piştgîriya welatê xwe jî li parastina ewlehî û aramiya Kurdistan û avadankirina wê dûpat kirin û beşdariya kompaniyên Emrîka jî li proseya binyatnan, avadankirin û veberhênanê de tekez kirin.
Serok Barzanî spasiya şanda bilinda Kongrêsa Emrîka kir û ragihand ku ew hemû hewlên xwe dixe holê û îro serî li Bexda dike bi mebesta dirêjedana bi kombûna serkirdeyan ku di çarçovê destpêşxeriyê de encam didin û kombûna Hewlêrê jî bi erênî wesif kir û hêvî xwest ku kombûnên Bexda bi heman awayî birêve biçin û hemû aliyek bigihin rêkkeftineke giştgir ku Hikûmetekî hevbendiya nîştimaniya rasteqîne bi beşdariya hemû pêkhatên serekiyên Iraqê bê qadê û pêdagîriyê jî li ser para neteweyiyên gelê Kurdistanê kir.
