Li Kerkûkê Asayîş û polîs dê taxên kurdan biparêzin
Derbarê vê mijarê Emîd Helkevt Ebdullah rêveberê asayîşa Kerkûkê got: “Di encama êrîşên terorîstî yên li taxên bajarê Kerkûkê ku niştecihên wan Kurd in gelek kes birîndar bûn û dehan xanî û dikanên ku xwedanên wan jî Kurd in, rûxiyan.”
Ebdullah herwiha ragihand ku wan wek hêzên asayîşa Kerkûkê bi hemahengiya li gel hêzên polîsên Kerkûkê û bi agahdarîkirina hêzên Emrîka biryar dane ku parastina wan taxan bigirin ser milê xwe û xelkê li hember hewlên terorîstan biparêzin.
