• Sunday, 01 February 2026
logo

Civîna serkirdên siyasyên Iraqî di çarçova destpêşxeriya serok Barzanî de li Hewlêrê dest pê kir

Gulan Media November 8, 2010 Nûçe
Civîna serkirdên siyasyên Iraqî di çarçova destpêşxeriya serok Barzanî de li Hewlêrê dest pê kir
Bi amanca çareserkirina krîza pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê, îro danê nîvroyê serkirdeyên siyasî yên Iraqê li paytexta herêma Kurdistan Hewlêrê li hev civiyan.

Her yek ji serokkomarê Iraqê Celal Talebanî, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, her du cîgirê serokkomar Adîl Ebdulmehdî û Tarîq Haşimî, serokwezîrê Iraqê û serokê lîsteya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, serokê Hevpeymaniya Niştîmanî û serokê Civata Bilind a Îslamî a Iraqê Emar El Hekîm, serokê Lîsteya El Iraqiyeyê Eyad Elawî, serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Ehmed salih, serokê şandeya Hevpeyamniya Fraksiyonên Kurdistanî Roj Nûrî Şaweys, serok û nûnerên fraksiyonên kurdistanî, aliyên siyasî yên Kurdistanê jî di civînê de amade bûn.

Destpêkê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyvek pêşkêş kir û bixêrhatina mêvanan kir. Barzanî her wiha ew civîn bi civîneke girînd û derfeteke dîrokî ji bo nehîştina astengiyên Iraqê bi nav kir.

Serok Barzanî her wiha tekîd kir ku ezmûnan jî selmandiye ku Iraq takrewiyê qebûl nake û pêwîst e hemû alî beşdarî sîstema hikumraniyê bibin. Barzanî di heman demê de hêvî kir ku ew civîn hemû aliyan bigihîne rêketinekê, ji bo destnîşankirina her sê serokatiyên Iraqê.

Paşê serokkomar Talebanî peyvek pêşkêş kir û hêvî kir ku ew civîn piştevaneke xurt be ji bo lêknêzîkirina aliyên siyasî.
Top