• Saturday, 31 January 2026
logo

Li Silêmaniyê, çekdaran hêriş birin ser Çaksaziya Zarokan

Gulan Media November 5, 2010 Nûçe
Li Silêmaniyê, çekdaran hêriş birin ser Çaksaziya Zarokan
Li bajarê Silêmaniyê, çend çekdarên nenas hêriş birin ser Çaksaziya Zarokan ya bi ser Rêveberiya Çaksaziya Jin û Zarokan li Silêmaniyê.


Li gor nûçeyeka Ajansa Kurdistan ya Nûçeyan (AKnews)ê, Salar Ebdula Birêveberê Giştî yê Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê, Ji AKnewsê re got, “Duhî derengê şevê, çekdarên nenas hêriş birine ser Çaksaziya Zarokan û çekên zêrevanên wê dezgehê ji wan standin.”

Ebdula, sedema vê êrişê bi heyfvedanê ve girêda û weha aşkere kir, “Çekdar mirovên welatiyekî kuştî bûn û bi armanca girtina kujerî, hêriş kirine ser Çaksaziya Zarokan, lê kujer berî niha ji wî cihî hatibû veguhestin.”

Ebdula herweha xuyakir ku niha polîs di helmetek lêgerînê de ne ji bo girtina wan çekdaran.
Top