• Saturday, 31 January 2026
logo

H.H.Kurdistanê pêşwazî li dirêjbûna agirbesta PKK’ê kir

Gulan Media November 2, 2010 Nûçe
H.H.Kurdistanê pêşwazî li dirêjbûna agirbesta PKK’ê kir
Piştî ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK`ê) duhî biryar da ku dema agirbesta xwe ya yek alî heta hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê dirêj bike, Kawe Mahmûd peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de pêşwazî li biryara dirêjkirina agirbesta PKK’ê kir

LI gor nûçeyek AKnews’ê Kawe Mahmûd peyvdarê HHK’ê di daxuyaniyek taybet de ji wan re got: “Çi gavek ji bo çareserkirina arîşeya kurdî bê avêtin, em pişgirî didin wê û pêşwazî lê dikin. Em piştgirî didin gavên ku armanca wan çareserkirina dadperwerane ya arîşeya kurdî ye, li kuderê bê, bi ya me gaveke baş e’’.

Her li gor jêderê navbirî derbarê hewlên rasterast yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek navbeynkarê navbera PKKê û Hikûmeta Tirkiyeyê de jî Mahmûd got:

“Em destê xwe naxin nav karûbarê dewletên din lê eger aliyek bo karekî baş daxwazê ji me bike, em amade ne di çarçoveya çareseriya aştiyane de hevkariyê bikin. Emê wek hikûmeta herêmê bibin beşek ji aştiyê û çi carî nabin beşek ji şerê navbeyna PKK û Tirkiyeyê’’.
Top