H.H.Kurdistanê pêşwazî li dirêjbûna agirbesta PKK’ê kir
LI gor nûçeyek AKnews’ê Kawe Mahmûd peyvdarê HHK’ê di daxuyaniyek taybet de ji wan re got: “Çi gavek ji bo çareserkirina arîşeya kurdî bê avêtin, em pişgirî didin wê û pêşwazî lê dikin. Em piştgirî didin gavên ku armanca wan çareserkirina dadperwerane ya arîşeya kurdî ye, li kuderê bê, bi ya me gaveke baş e’’.
Her li gor jêderê navbirî derbarê hewlên rasterast yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek navbeynkarê navbera PKKê û Hikûmeta Tirkiyeyê de jî Mahmûd got:
“Em destê xwe naxin nav karûbarê dewletên din lê eger aliyek bo karekî baş daxwazê ji me bike, em amade ne di çarçoveya çareseriya aştiyane de hevkariyê bikin. Emê wek hikûmeta herêmê bibin beşek ji aştiyê û çi carî nabin beşek ji şerê navbeyna PKK û Tirkiyeyê’’.
