• Saturday, 31 January 2026
logo

H.H.Kurdistanê biryara avakirian Civata Asayîşa Netewî da

Gulan Media October 19, 2010 Nûçe
H.H.Kurdistanê biryara avakirian Civata Asayîşa Netewî da
Duhî 18.10.2010ê civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê di serokatiya Behem Salih serokê hikûmeta herêma kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de reşnivîsa qanûna Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin. Li gor vê qanênê divê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê di bin serkatiya serokê herêma Kurdistanê de be. Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê ji saziyên asayîşa herêma Kurdistanê, rêvebiriyên giştiyên îstîxbarata leşkerî, ajanasa parastina asayîşa herêma Kurdistanê Parastin û dezgehê Zaniyarî pêk tê. Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê dê ser bi serokê herêma Kurdistanê be û armanca wê ya serke hevahengiya saziyên emnî û parastina tecrûbe û emniyeta herêma Kurdistanê ye.

Wezîfeyên Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê dabînkirina emniyeta netewî; parastina îstîqrara siyasî, abûrî û civakî li herêma Kurdistanê, parastina prensîpên esasiyên destûrî û qanûnî, berhingarbûna terorîzmê bi rêya qanûna berhinharbûna terorîzmê a herêma Kurdistanê, berhingarbûna tawanan, parastina sîstema zaniyariyên herêma Kurdistanê û gelek erkên din ku di reşnivîsa qanûnê de hatine diyar kirin û ji 18 xalan pêk tê.

Di civîna civata wezîran de, piştî minaqeşekirinê, qanûna Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê hat pesind kirin.

Paşî reşnivîsa qanûna Dezgehê Asayîşa Herêma Kurdistanê hat minaqeşe kirin û paşî jî hat qebûl kirin. Li gor vê qanûnê jî divê li herêma Kurdistanê yek dezgehê asayîşa herêma Kurdistanê hebe û ew jî ser bi seroaktiya civta wezîrên hikûmeta herêma kurdistanê be. Wezîfeta vî saziyê; parastina îstîqrar herêma Kurdistanê, parastina azadiyên giştî li gor destûr û qanûnê navdewletê û pirensîpên mafê mirovî û herwesa dabînkirina atmosferekî aram û minasib bo hevwelatiyên Kurdistanê.

Li dor giringiya pesindkirina her du yasayan ku dê ji sedema wan asayîşa herêma Kurdistanê bi awayekî normal yekbigire, serokê hikûmetê got:

- Piştî pasindkirina van her du qanûnan dê hevahengî di navbera saziyên emniyên herêma Kurdistanê ji bona parastina îstîqrar herêma Kurdistanê zêdetir bibe. Piroseya yekirina hikûmetê jî paralel digel daxazên hevwelatiyan kûrtir dibe û em dê karin zêdetir jiyan û selametiya xelkê Kurdistanê parêz in.
- Her du birêzan cenabê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cenabê serokomarê Îraqê mam Celal Taelbanî gelek tekîd lip ê pêngavê dikir û piştevan û alîkar bûn bo yekirina asayîşa herêma Kurdistanê.

Her li dor damezrandina Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê di civînê de got:

- Damezrandina Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê û yekirina asayîşa herêma Kurdistanê li ser esasekî qanûnî dê bibe hokarê wê yekê ku hêzên asayîşê baştir emniyeta herêma Kurdistanê û ser û malê hevwelatiyan parêz in û baştir berhingarî terorîst û ûîlanên wan bibin.

Di mijareke din a civîna civata wezîrê Kurdistanê de biryar hat dan ku 8 lîwayîn nû yên leşkerî yên yekgirtî li ser mîlakê wezareta pêşmerge pêkbînin ku dê meaş û pêdawîstiyên wan ser bi wezareta pêşmerge ve bin û girêdayî tu hêzên siyasî, rêxistin û partiyan nabin.
Hemû pêşmergeyên wan partiyên beşdarî di xebata çekdarî de kirî dê di nav wan 8 lîwayên nû de bên rêkxistin û dê ser bi wezareta pêşmerge ve bin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa giringiya biryara yekgirtina hêzên pêşmergeyê Kurdistanê kir û got:

- Pêkanîna yek hêza pêşmerge ya yekgirtî di çarçoveyê wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê de, yek ji karên me yên pêşîneyî bû. Di qonaxa yekem de pêkanîna 4 lîwayên yekgirtiyên pêşmegey pêngaveke serkeftî bû, îro jî me biryar da 8 lîwayên din ji pêşmegey yên yekgirtî pêkbînin. Em vê yekê dikin daku hêza pêşmerge bi awayekî organîzekirî bê amadekirin û di çarçoveyê sîstema bergiriya Îraqa federal de bergiriyê ji herêma Kudistanê û destkeftiyên wê bike.

Her li dor pêkanîna 8 lîwayên pêşmerge yên nû û yekgirtî, Cefer Mistefa wezîrê pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê got:

- Pênagva yekem me karî du lîwayên pêşmerge ser bi wezareta pêşmerge ve pêkbînin. Îro me dest bi qonaxeke din kir û 8 lîwayên nû pêkbînin. Li gor serkê herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê di vê heya dawiya îsal hemû hêza pêşmer di çarçoveyê wezareta pêşmerg de yekbigire û êdî herêma Kurdistanê yek hêz apêşmerge ya yekgrtî hebe.
Top