Îmzakirina peymaneke hevkariyê di navbera herêma Kurdistanê û herêma Malopolska ya polonî
Berpirsê peywendiyên derve ji şandeya mêvan ra behsa rewşa arama herêma Kurdistanê weke beşek ji Îraqa federal kir û hêvî kir ku welatê poloniyayê fêdey ji rewşa bi îstîqrar herêma Kurdistanê werbigire û beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma kurdistanê û Îraqê de bike.
Şandeya polonî li hember wan derfetên karî kil i herêma Kurdistanê hene kêfxweşiya xwe nîşan de û got ki Poloniya dikare di gelek waran de bi awayekî piraktîkî hebûna xwer li herêma Kurdistanê isbat bike. Herwesa ji bo pêşxistina peywendiyan bi herêma Kurdistanê re, şandeya polonî gor ku wan dil heye ofîsa nûneratiya Poloniyayê li herêma Kurdistanê vekin.
Mistefa pêşwazî li biryara hikûmeta Poloniayayê kir û gor ku vekirina ofîsa nûneratiya hikûmeta Poloniyayê li herêna Kurdfistanê dê peywendiyên nevbera Poloniya û herêma Kurdistanê bigihîne qonaxeke pêşketêtir ku di berjewendiya her du aliuan de be.
Xurtkirina têkeliyan di navbera zanîngeh û odeyên bazirganiyên Poloniya û herêma Kurdistanê mijareke din ya civînê bû û di vî warî de her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku ew peywendî dê tesîreke erênî li ser bihêzkirina peywendiyên aborî, siyasî, kulturî û warên din de bike.
Di civînê behsa giringiya îmzakirin peymaneke hevkariyê di navbera herêma kurdistanê û herêma Malopolska ya polonî het kirin û her du du alî dikarin di gelek waran de hevkariya hev du bikin.
