• Sunday, 01 February 2026
logo

Rojhilat…Li Ormiyê kesekê şeş endamên malbata hevjîna xwe kuşt!

Rojhilat…Li Ormiyê kesekê şeş endamên malbata hevjîna xwe kuşt!
Li gor nûçeya çapemeniya fermî ya Îranê, şeva borî di encama şer û pevçûna di navbera malbetekê de, zavayê wê malbatê şeş endamên malbata hevjîne xwe kuşt û kesek jî birîndar kir.

Berpirsên tenduristiya bajarê Selmasê aşkera kirin, ew bûyer li Şeqama Çemran û kolana Îmam Husên a li bajarê Selmasê ya ser bi parêzgeha Ormiyê pêkhatiye û zavayekê şeş endamên malbata hevjîna xwe kuştiye û kesek jî birîndar bûye.

Çapemeniya Îranê behsa vê yekê dike ku îro ew kujer ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye girtin.

Heta naha derbarê hûrgiliyên bûyerê û navê kujer û kesên kuştî nehatiye aşkera kirin.

Basnews
Top