Serokwezîr telefûna Mistefa Kazimî kir
Derbarê bûyera agir berbûnê de giftûgo kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefûnê peywendî bi Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ve kir.
Mesrûr Barzanî sersaxî da malbet û kesûkarên qurbaniyan û amadebûna Kurdistanê jî bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekê ragihand.
Li hember de jî Mistefa Kazimî spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir û ragihand ku li hember xemxoriya Serokwezîrê Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê rêzdarin.
