Wezîrê Derve yê Îranê serdana Hewlêr û Bexdayê dike
Seîd Xetîbzade eşkere kir ku bi mebesta gotûbêjkirina rewşa herêmê, biryar e roja yekşemê 25ê Nîsana 2021ê, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Iraqê bike.
Li gor zanyariyên K24ê, biryar e di serdana xwe de Wezîrê Derve yê Îranê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
