Mesrûr Barzanî: Dr, Roj Siyasetmedar û Fermandarekî xwedan karîn bû.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber koça dawî ya endamê mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê Dr, Roj Nûrî Şaweyis peyameke sersaxî pêşkêş kir ku ew jî tekesta peyamê ye;
Mixabin nûçeya koça dawî ya Siyasetmedar, pêşmergeyê jê hatî, Fermandarê xwedan karîn, kesayetiyê bernas yê Kurdistanê û endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Dr, Roj Nûrî Şaweyis ji dil me gelek xemgîn kir.
Dr. Roj û malbeta wî ya nîştimanperwer, roleke gelek girîng di nava tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de heye, bi koça dawî ya Dr Roj gelê Kurdistanê têkoşerekî mezin û Siyasetmedarekî bi ezmûn, ji dest da, ku tevahiya ev berpirsiyartiyên girîng li herêma Kurdistan û Îraqê de li stu girtibû.
Hertim berevanîkarê mafên reva yên gelê Kurdistanê bû, mînaka wefadariyê bû.
Bi vê minasebeta xemgîn, sersaxiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Serkirdatî, endamên PDK, xwe û malbeta wî ya birêz û têkoşerê xwedê jê razî dikim.
Xwedê mezin rihê wî bi ceneta xwe şad bike, aramî û dilnewayî jî bide tevahiya aliyan.
Xebat û têkoşîna Dr, Roj Nûrî Şaweyis hertim di bîra me de bi zindî dimîne.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
15/2/2021
