• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Eşîra Şemmer: Yên li dijî HSDê daxuyaniyan didin bê rol in

Gulan Media February 8, 2021 Nûçe
Serokê Eşîra Şemmer: Yên li dijî HSDê daxuyaniyan didin bê rol in
Derbarê mijara man yan daxwaza vekişîna hinek ji eşîrên pêkhateya Ereb ji nav rêzên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di van rojan de, gelek gotûbêj têne kirin.

Rîspiyên çend eşîrên Ereb daxuyaniyek belav kiriye, tê de daxwazê ji kesên Ereb dikin, ji nav rêzên HSDê derkevin û tevlî Artêşa Hikûmeta Sûriyê bibin.

Ev yek di demekê de ye, ku li ser ekrana Rûdawê jî, Şêx Fewaz Elzobei, Serokê Encûmena Eşîra Cibûr ragihand ku daxuyaniyên bi vî awayî karê fitneyê dikin û tekez kir ku 80% ji endamên HSDê ji pêkhateya Ereb in, û bi hevgirtina pêkhateyan di nav HSDê de, wan navçeyên xwe rizgar kirin û parastin.

Di heman çarçoveyê de, Himêdî Deham El-Hadî, Serokê Eşîra Şemmer û Serperiştiyarê Cizîrê, ji Rûdawê re, nîşan bi vê mijarê da ku nabe her çend kes ji xwe re kaxezekê bi çend îmzeyên sexte belav bikin û daxwazan bikin.

Himêdî Deham El-Hadî, Serokê Eşîra Şemmer, Serperiştiyarê Herêma Cizîrê, dibêje, “Em dixwazin helwesta yek zilamî rawestin, Kurd, Ereb, Kiristiyan, Musilman û hemû pêkhate. Hinek serkirde hene pêwîst e ew guhdanê bi paşeroja welatan bikin, ne her kesek ji xwe re kaxezekê binivîse yan jî li ser mobalyan derkeve û tiştê bixwaze binivîse û 50 îmzeyên sexte deyne. Ev yek ji me re ne gelekî girîng e.”

Aliyên Kudî jî nerînên xwe derbarê vê mijarê de nîşan didin, ku ev karên wiha ji pîlanên hikûmetê ne, û tenê propaganda ne ji bo dirustkirina fitneyekê.

Hekem Xelo, Endamê Desteya Rîspiyên Cizîrê, dibêje, “Propagandayê rejîm çê dike û hinek dixwazin bi navê serok eşîran ku bêjin `em dixwazin zarokên xwe ji nav HSDê derxin`. Ti bandoreke vê nîne û rejîm dixwaze fitneyekê çê bike. Em wek Desteya Rîspiyên digerin û dizanin helwesta eşîran çi ye!”

Eşîrên Elbûlêl, Ubêd, Cîs û Meşahde di daxuyaniyekê de, daxwaz ji eşîrên Cezîrê kiribûn, kongireyekê lidar bixin û xwe bisipêrin Hikûmeta Sûriyê, bi gotina wan, ew take garantî ye ji wan re.

Rudaw
Top