• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Duhokê qezayeke nû tê avakirin

Gulan Media February 9, 2021 Nûçe
Li Duhokê qezayeke nû tê avakirin
Encûmena Parêzgeha Duhokê roja Çarşemê dicive û biryar e di civînê de biryar bê dank u bajarokekî ser bi Zaxoyê ve bibe qeza.

Serokê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Encûmena Parêzgeha Duhokê de, Huşyar Gulî ji Rûdawê re ragihand, di qonaxa yekem a damezrandina îadareya serbixwe ya Zaxoyê de, bajarokê Batîfa dê bibe qeza û Komelgeha Bêgova jî dê bibe bajarokeke ser bi wê qezaya nû.

Fehîm Ebdullah, Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê jî bernameya karê civîna encûmenê belav kiriye û daye xuyakirin, ku Encûmena Parêzgeha Duhokê di civîna xwe ya neasayî ya roja 10ê Sibata 2021an de ku roja Çarşemê lidar dixe, dê deng li ser avakirina qezaya Batîfayê bide.

Civîna encûmena parêzgehê dê di demjimêr 11:00 de dest pê bike.

Rudaw
Top