Rêveberekî ENKSê: PKKê qesabxaneyek ava kiriye û her rêveberkî bi dilê wan nebe dikujin
Endamê polîtburoya PDK – Sê (Yek ji partiyên nav ENKSê ye) Nafî Pîro ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev ne yekem care ku Aldar Xelîl bi dileke tejî kîn ve gotinan li ser Pêşmergeyên qehreman dike, ku nav kurdan de xwedî pêgehekî pîroz in.’’
Nafî Pîro got: ‘’Aldar Xelîl baş dizane kirêgirtî ew kesin ku dijî mafê çarenivîsa kurdan radiwestin û hizra dijmin bicîh tînin. Ew kesin ku qesabxane ava kirine û her tekoşerekî ji çav derbixin jî direvînin û winda dikin û dikujin. Kirêgirtî ew kesin ku civak ji hevdu hilweşandine û naçar kirine çavê wê li destê wan be. Ew kesin ku her çi hebe didizin û difroşin û şerê wan aliyan jî dikin ku ne li gel wan in.’’
Herwaha got: ‘’Kî bi hezaran lavên kurdan li qadên din de kir qurbanî, kî ne bi navê Kurdistanê û Pêşmerge dîn dibin, kî ye dijatiya kurdayetiyê dike û ev yek bûye sedemê mana wî û berdewamiya wê? Ew kirêgirtî ne, ne ti kesekî din.’’
Basnews
