Di êrişa firokeyên Îsraîl de li Sûriyê 16 çekdarên Îranê hatin kuştin
Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ragihand, berbanga sibeha îro (13 Çile) firokeyên şer yên Îsraîl li bargehên hêzên Sûrî û Îranî yên li derdora bajarên Dêrazor û Elbûkemal yên Sûriyê dan.
Li gorî agahiyan, di wan êrişan de herî kêm 16 çekdar û milîsên Sûrî û Îranê hatin kuştin.
Ajansa fermî ya Sûriyê, SANA, jî êriş piştrast kiriye lê behsa ziyan û kuştiyan nekiriye.
Basnews
