Li Dûzxurmatû ciwanekî Kurd hate kuştin
Bi guleya çekdaran hatiye kuştin.
Li gor zaniyariyên berdest, ciwanekî Kurd bi navê Piştîwan Kerîm Qadir duhê bi şev li taxa Eskerî ya Dûzxurmatûyê rastî êrîşeke çekdarî hatiye û di encam de canê xwe ji dest daye.
Şahêdên bûyerê dibêjin ew ciwanê Kurd di êrîşa çekdarên heşda Tirkmanî de hatiye kuştin.
