Baregayê Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir
Îro 07.01.2021ê Baregayê Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir û ragehand: ‘’Birêz malbata Şukrî Heme Heyer, mixabin nûçeya koça dawî ya kesayeta diyar a civakî, rewşenbîrî û kurdperwer a bajarê Kifriyê Şukrî Heme Heyer me bîhîst. Em serxweşiyê li we malbat, kesûkar û hemû dostên xwedê jê razî yên birêz dikin û em xwe wek hevbeşê xema we dibînin.’’
Herwaha hat ragehandin: ‘’Ji xwedayê mezin daxwaz dikin ruhê xwedê jê razî Kake Şukrî Heme Heyer bide ber dilovaniya xwe û bi beheştê şad bike. Herwaha sebr û aramiyê bide malbat, kesûkar û nasyarên xwedê jê razî.’’
Basnews
