Li Sine jineka kurd hat bidarvekirin
Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, duhî li nav girtîgeha navendî ya bajarê Sine de, girtiya kurd Zeyneb Xudamuradî (42 salî) û xelka bajarokê Qurwe yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin.
Ew jina kurd 5 sal berê û bi tohmeta kuştina du zarokan hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Zeyneb Xudamuradî havîna sala 2015, bi tohmeta kuştina zarokê xwe yê sava ya bi navê Mihemed Cewad (12 rojî) û keça zilamê (keçik ji jineka din bûye) xwe ya bi navê Hedîs (7 salî) hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Wê jina kurd xwastibû xwe jî bikuje lê nekarîbû.
Basnews
