• Wednesday, 04 February 2026
logo

Erebên Hawirde gundên Kurdan dagîr dikin

Gulan Media December 23, 2020 Nûçe
Erebên Hawirde gundên Kurdan dagîr dikin
fermana parêzgarê Kerkûkê bi wan re ye.
Vê carê li Daqoqê dest bi dagîr kirinê kirine.

Li gor zaniyariyên ku dest Kurdistantv ketine, îro hijmareke zêde Erebên hawirde ku fermana Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi wan re ye, çûne ser çend gundên Kurdan nahiyeya Heftxar ya li Daqoqê û hewl dane ew gundên han dagîr bikin.

Lê şêniyên wan gundan bersifa wan dane û rê nedane ku Erebên hawirde gundên wan dagîr bikin.

Weke tê zanîn prosesa bi erebkirinê û dagîr kirina mal û milkên Kurdan li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hîn jî didome.
Top