Serok Barzanî li gel Ebdulxenî Esedî civiya
Behsa rewşa Îraqê kirin.
Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokê dezgeha asayîşa nîştimaniya Îraqê Ebdulxenî Esedî kir.
Di civînê de giftûgo li ser têkilî û hemahengiya navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, gefên terorê û rêkarên hevbeş yên bo rûbirû bûna terorê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de jî Serok Barzanî û Esedî behsa rewşa Şingalê jî kirin.
