Mesrûr Barzanî: Lazime NY rola xwe bilîze
Serokwezîrê Kurdistanê li gel nunera Sekreterê NY civiya.
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera Sereterê giştî yê Netewên Yekgirtî yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro yekşem 20/12/2020an me pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî yê li Îraqê Jeanine Plasschaert kir.
Du civînê de me giftûgo derbarê rewşa Îraqê û pêşhatên dawî yên taybet bi diyaloga navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û mekanîzma çareser kirina kêşeyan kir.
Me eşkere kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê ti hincetek bo hikûmeta federalî nehêştiye, bo çareser kirina kêşeyan û gehêştin bi rêkeftinekê li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê lê mixabin mijara mûçe û bûdceyê bûye weke karteke siyasî bo zext kirin li xelkê Kurdistanê û di îsal de Bexda tenê mûçeya 6 mehan şandiye.
Lewre me daxwaz ji NY dikin daku rola xwe ya ektîf bo gehêştin bi rêkeftin û dabîn kirina maf û maşiysteyên darayî yên herêma Kurdistanê di çaroveya destûrê de bilîze.
Me herwiha tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê kir bo vegerandina aramî û ewlekarî bo dewerê, me daxwaz kir daku rêkeftin weke xwe were cîhbicîhkirin ne tenê hinek rûkarên rûke.
