• Wednesday, 04 February 2026
logo

Kazimî: Eger reform neyên kirin Îraq hildiweşe

Gulan Media December 20, 2020 Nûçe
Kazimî: Eger reform neyên kirin Îraq hildiweşe
civata wezîran giftûgo li ser proje bûdceya 2021an dike.
Civata wezîran ya Îraqê civiya.
Îro bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî civata wezîran ya Îraqê civiya.
Di civînê de giftûgo li ser proje bûdceya 2021an ya Îraqê tê kirin û biryare îro civata wezîran ew projeya han bipejrîne.
Piştî pejrandinê vê civata wezîran proje bûdceya han bişîne Parlementoya Îraqê.
Di civîna îro de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî gotarek pêşkêş kir û behsa rewşa abûrî û darayî ya Îraqê kir û tekez li ser vê yekê kir ku eger di her warî de li Îraqê reform neyên kirin vê demê rewşa welat aloztir dibe û welat ber bi hilweşandinê ve diçe.
Top