Dibistanek û perestgehekî cihûyan li Îmaratê tê vekirin
Li gor çapemeniya Îsraîlê Xaxamê bilind ê cihûyên oldarê rojhilatî Îshaq Yusif îro 19.12.2020ê serdana Îsraîlê dike.
Biryare Îshaq Yusif bi hemahengiya serokê lobiya cihûyan li Îmaratê Xaxam Lîvî Doxman re dibistaneke olî ya cihûyan û cîheke zarokan ango zarokxaneyekî jî li Dubeyî vekin.
Xaxamê bilind derbarê serdana xwe de ji çapemeniya Îsraîlê re ragehandiye ew serdan dîrokî ye, ku perestgehekî cihûyan li bajarê Ebu Dabî ya paytexta Mîrgehên Yekbûyî ya Ereban dê veke.
Çavkaniyên Îsraîlê hejmara cihûyên li Îmaratê wek 3 hezar kes pênase dikin, ku piraniya wan bo kar kirin berê xwe dane wî welatî û piraniya wan li Dubeyî û Ebu Dabî ne.
Basnews
