Hewlêr…Bi amadebûna Hêzên Hevpeymana Navnetewî ve roja Ala Kurdistanê hat pîroz kirin
Destpêkê marşa netewî ya Ey Reqîb hat xwendin û koma mûzîkê ya leşkerî merasîm da destpê kirin û yekîneya leşkerî Ala Kurdistanê bi awayekî bi rûmet bilind kir.
Piştre wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di gotarekî de ragehand: ‘’Ev al nîşaneya serbilindî ya hemû takên netewa me ye û nîşaneya canfedayiya temamê şehîdên me ye ji ber wê parastin û bilind rakirina wê alê erkê me hemûyan e.’’
Wezîrê Pêşmerge got: ‘’Herêma Kurdistanê di bin vê alê de xwedî serweriya xwe ye û ti demekî tewîzê li ser mafên xwe nade.’’
Basnews
